waye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  464 Dîtin
lawî kurd qurbanîder bê şořşê ber pê deka
katê tarîk bûn leřêy gel wek çira xoy pê deka
řołe řêy azadî mîllet xwên dê pirsî pê deka
pêy dełê min awî darî ḧuř û azadîme her
şîn bikem lew nîştimaney bo hejaran bête ber
darê aw bidrê bexwênê bêşke her berdeda
her bexwêne dujminî gel dest le xakit berdeda
faşî dê ger xwên neřêjî agirt tê berdeda
xwên û têkoşan nebê lat debye řût û derbeder
ferqî kanî nêre ya mê şêr lelanê bête der
xwênî sûrit ger neřêjî ya lebend û henderan
debne ’ebdî xwênmijan û dîlî destî nokeran
ca behêz û xwênî sûrit heřwe şax û sengeran
bibye lawêkî be «sam» bo kurdî merdî piř huner
bo hejaran xwên biřêje tacî jînit bête ser