le řêy yekyêtîy mîlletekem

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  2040 Dîtin
qelbî min ger çeşnî lale bêt û newtî tê biken
agirî dujmin bête gyanim wek çira min pê biken
şeqşeqî ken goşt û êsqan yek beyek xêy tê biken
bê tirs min dême meydan ḧukme azadîm dewê
ger nesûtêm û nexnikêm çon hejarim serkewê
neçme naw cergî hejaran şanbeşanî wek bira
řoḧ û laşem îş neka bo mîlletêkî ḧeq xura
bew şewî piř tirs û tarîk min nesûtêm wek çira
komełî damay hejaran çon debînin biçne pêş
lêm geřên min ba bisûtêm bibme xak û xołemêş
bibme xak û xołemêş ba ta hejarim pê biga
ba bisûtêm bełke genc û lawekanim tê biga
bête meydan xwên biřêjê ta ḧeqî xoy pê biga
ta bizanê ẍerqî xwêne kê ḧeqî wî xwarduwe
ba lebo ḧeq xwên biřêjê derçê dujmin ta zuwe
ta lenaw mîllet nemînê fîkirî însanî denî
nek lenaw mêşk bimînê bibte maddey bogenî
şe’bî çakî pê nexoş bê bête ḧałî mirdenî
xoşe mirdin bo bełay wa hîç û pûç û piř xeter
nek bijî ’amîl bebirsî û řût û qûtî û derdeser
samîNasnava edebî qurbanî gelit be qet mejî bew zîllete
herkesê bimrê le řêgay nîştiman û mîllete
namrê hergîz demînê çunkî xawen ẍîrete
xot bequrbanî gelit ke ferze qurbanî lebo
nîştimanî ḧuř û serbest umetêkî serbexo