pêncixiştekî samî leser şî’rî mistefa begî kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  614 Dîtin
to eger diłsoz û yar û ẍemřiwên û tahîrî
bo lebo kuştin le dûmî xwên řijênî zahîrî
dem dełêy fîr’ewnî emma her ’ezîzî qahîrî
bo firîbî ’aşiqan û cezbî dił wa mahîrî
řenge şagirdît biken mîhter û nesîm û samîrî
xwên meřêje ey perîřû xwên řijandin ça nîye
řebî nedamet bêne pêş çaw jînî dinya fanîye
bo edey we’dey wîsałit carê axir wa nîye
çunke hawçeşinit le îqlîmî melaḧetda nîye
sa wekû xusrew hemîşe lêde kusî nadrî
min benermî deçme pêşî ew betundî pêm dełê
bo degrîy bê ecel yan şîn û giryan çî dełê
kuştinî to ferze bo min bo řeqîbit pêm dełê
herwekû řoḧ û diłî dûrî lepêş çawim dełêy
lew diłey piř derd û mîḧnetma beda’im ḧazrî
kesîne xwên gir bexotî ger le jêr pamda binêy
yawekû xusrew le bend û sicnî şakeykam binêy
ger lenaw çengî zelîlî û beḧrî pirse û dambinêy
ger be xencer pare parem key le řêga dabnêy
dest leto hełnagirim her tom le xełkî çatrî
dił le tawan boyê degrîy car becarîş řû deka
bo beheştî baẍî sîney ew ẍiruřeş řa deka
pêm dełê to bimre bo xot zułfekanîş ta deka
kafrîş řeḧmî be yexsîr û zelîlî xoy deka
sawere řeḧmî beḧałim ke eger çî kafrî
min gutim to xwên meřêje řoḧî şîrin ew gutî
xwênî to bo min ḧełałe řojî ewwel pêm gutî
ew kesî wa toy firîbda ahî min xwařwî kutî
bextî ew ustade sûtê dersî sîḧrî pê witî
wa ke toy berdayte gij ’alem be mekir û saḧîrî
çendî karî to twance hêşta min lam xendeye
dîtnî xurşîdî řûy yar sałî carêkim heye
samîNasnava edebî řîzwanî ẍeman û lomekarî bendeye
kurdîKes lêt bê sed emanet her ke êmşew cum’eye
ta sibeynê qet mebe ẍafił le zîkirî qadrî