laşekey min ger leřêy to letlet û set pare ken

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  479 Dîtin
laşekey min ger leřêy to letlet û set pare ken
gerdinim lêden be şistîr ya petî sêdare ken
agirîş berden le laşem çon detanin çare ken
min le to zwêr û weřs ken dujminanî nabekar
bo dizînî awî şax û gewherî naw berd û dar
gewherî naw berd û darit ḧesretî bêganeye
bełke set sałe le daxî awî ew şaxaneye
çunke birsî newtî xam û serwet û samaneye
wa seta sałe le xakî kurdî xiř kirdîtewe
her dełêy kitke ke êstaş çawî çiř kirdîtewe
lew xake pake gewherîn û piř derxtî mîwekan
xoşewîstî dîn û dinyay gyanî giştî çînekan
her ke firdewsî cîhane xakî kurd û nîştiman
awî jînî bo xełatî wa le hełguş dête xwar
ḧoryekanî xakî şadî cwanî nagutrê be zar
xakî kurdî piř le zêř û awedanî piř ledan
wa deçê bo dujminî kurd xwênmijanî henderan
ẍîrete ey lawî kurdan bo genî bûn bîrekan
heste bo yekbûnî xakit serbexoyî mîlletit
her xebatî xwênřijane bête qedir û qîmetit
heste ey kurd xwên biřêje řoj lexot awa meke
nadrê maf xwên neřêjî xwên nedey dawa meke
wextî azadît nedořê karî xot sawa meke
herçî îmřoy da bedwênê řût û birsî maytewe
řûy řeşe wek piştî qaz û ẍîretî tawaytewe
kend û şaxî xaw gyabend damenî aw û heway
fênk û teřna û qedîşî baẍî nemrud û sebay
dême karî cennetulxuld? bo «cewanî» řojî xway
xakî kurde, xwanî yezdan piř le jîn û jînewey
mafî mêjûy serbexoyî ḧuř û serbestî newey
mîdya û key selam û şêx se’îd û mistefay
ba biřuxê dujminanî naḧezanî bê wefay
kewtine lerze û samîNasnava edebî hêzî tund û têj û piř cefay
kurdî merdî ser biłind û lawî jîrî mêjûzan
ba le gupî da řeqîb û dujminanî hîç nezan