ser biłind ke ey lawî kurd çaw hełêne bîr kewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  447 Dîtin
ser biłind ke ey lawî kurd çaw hełêne bîr kewe
mîlletî dîl û hejarî řû le giryan jîr kewe
pêy le kotî bindîxane û hêşî naw zincîr kewe
kurde îmřo řojî şadît mujdebê řojî newe
heste ałay şêr nîşanî zerd û sûrit hełkewe
tif le sêdare û le kuştin bê le hêzî qewmî xot
kê hebûbêtin dertika ger nebîtin lawî xot
kê behawarit dehat wek barût û agir desot
ew zuḧakî kawe kuştinî têpeřî êsta bexot
kot û zincîrî lebîr û hoş û dest û pê kewe
tel’eyî xurşîd le xawer şahî kurd lêy kirdibû
firs û turkî nabûd bin pêy wek jinan mêy kirdibû
merd û çalakî le xezney bê jimar têy kirdibû
ew çirayey key qubadî zabulît pêy kirdibû
ceyşî yonanî kujandî heste zû bepêy kewe
řoj û şew min her le nałe û hêşî ew derd û xemem
her kemeş muney şebeyxun pyadegî ew şacemem
hêzekey zor piř le ẍîret çek le şanî ew demem
bo xebat û nawnîşan çûne naw emin o umem
bo piley jînit le mêjû dem bibeste û dest kewe
kurd be merdî xwên řijêne xwaperistî bê pirs
piř le çake û ẍîretî zor bo xebat merd û qurs
şanbeşanî kurdekanî suryeCih û turkyaCih û furs
bew xwêney kurd řijandî û deyřjênî bê tirs
çunkî mafî la bexwêne top û lûley biřnewe
hate coş ẍîret lelayen pîrekanî bê newat
key bejêr destî řeza bo xaneyî řê řewat
heste wek şêran legeł ew kake mistoy bê hewat
lankî ḧacî dejê wa qani’ û key pêşewat
pêt ełên řêy gel jyanî derke hestewê kewe
hêzî azadî xebatit debte karî cê becêt
dujminit letlet eka pet bête damen dest û pêt
her bekurdî bang ekat û zor bemerdî pêt ełêt
řapeře ey lawî zana samîNasnava edebî takey nîştecêt
wa le lanu bîr û mêşk gerden û nawcêtewe