nezan le daxt ḧałim peşêwe

wituwêjî zana û nezan
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  865 Dîtin
qisey zana:
nezan le daxt ḧałim peşêwe
wek serxoş bêhoş eřom beřêwe
bo xak û weten mîqrob û derdî
biřwane wêne û řuxsarî zerdî
wełamî nezan:
zanay quřbeser ẍembarî damaw
to jyanî xot bênere ber çaw
ne řojit řoje ne şewt şewe
ne çawit tawê asûdey xewe
geh ẍemî weten geh ẍemî nezan
gahê ẍemî mał bo berg û bo nan
lêfe û doşekit her diřk widałe
bimrî baştire key eme ḧałe
legeł xateda dest le milan ebîn
heta beyanî şewq û pêkenîn
her pezekanim dûr le beła bin
be take take û be cûteza bin
naydem be hezar goşt û piławit
bigrî bo ḧał û xeyałî xawit