şî’rî nalî pêncixiştekî «samî»

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  862 Dîtin
dił le girye û piř fîẍane danî xałanî heye
herwekû murẍî beyanan xunçe xendanî heye
wa le neẍmey dił řifandin awî xunçanî heye
’aşiqî bê dił denałê meylî giryanî heye
bêşke hewre tirîşqe tawî baranî heye
wextî dêtin dił bigořê mîslî deycûn bergî řeş
’aşiqanî şîn eka ta serbinêne kupî heş
xoşî xoşî bo řeqîban baguşad bin kos û şeş
çawî min dedem deřêjî awî saf û xwênî geş
ta biłên deryayî ’uman duř û mercanî heye
řoj seḧra wek diřindan her geřîdem ta şewê
herke şew hat ta beyanî xew leçawim nakewê
ey řeqîb to xwa nenasî yaxuda kost kewê
leḧzyekî kulḧeyî çawim beçawî nakewê
kê dełê weḧşî ẍezlan meylî însanî heye
way kexoşe mudetêkî dabnîşîn emin û to
ca řeqîbî to ferîbî da bangî keyn ta bête řû
ẍeyrî ew wesfey ke gutra ba bizanîn çî dî bû
asman ḧusnî miḧbûbim le ebro û zułf û řû
dû hîlal û dû şew û dû mahî tabanî heye
bo beyanî mułkî ḧusnet min çeşnî bulbulim
dił lelate takû mawim taze derçû pêt biłêm
takû mirdin her lebo xom wêł û sergerdan biłêm
lêw û sînet her dûyan bo min bedirxe ta biłêm
mułkî cimcim tacî keyka xakî êranCihy heye
zor besanî şareza bûm carê hatim bo belet
wadezanim ’aczî xole û řeqîbî seg sîfet
wa perêşane leser řû dête xwarê zułfeket
dił muşebbek bû leber nêşan û hêşanî mijet
xałî hînd û çeşmî cad û ḧukmî sułtanî heye
ew kesanî wa beczya dên diłî xełqî deben
řenge bo řojî qyamet çarekî fîkirî neken
wa nebîtin lemin û mecnun boçî wa zułmî deken
ta ewaney gawrin xo da’îma şîrkî deken
dên dełên bê şik qyamet řaste hestanî heye
wa mezane nawî win bû boçî samîNasnava edebî mirduwe
gerçî bo řêgay ḧeqîqet zor kemîşî birduwe
dengî dîwanî bimînê ye’nî xoşî zînduwe
fars û kurd û ’ereb hersêm be defter girtuwe
ḧakmî sê mułke nalîKes îmřo dîwanî heye