le yek heta şeş řołe bixiwêne

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  580 Dîtin
le yek heta şeş řołe bixiwêne
towî zanistî le dił biřwêne
lade le nezan zana bidwêne
lenaw hawseran huner binwêne
lepaş xwêndinit şû bike be lawê
berawridkiraw lenaw çend pyawê
şerîkî ’umir û mał û jyan bin
herdû xerîkî poşak û nan bin
ew lem law lew la bot bênête mał
toş damenîşe bêkar û betał
ya mekîneyek bênere berhem
bo cildirûnit le zor û le kem
ya kiławdirûn ya sabûn kirdin
desbetał mebe ta wextî mirdin
paşekewtê ken wextê ke bûtan
firya ekewê řojî nebûtan
kitêb girewey desbiřî bê dîn
řêy jûrî nedey lebo têřwanîn
ewane ke dêw semenok eken
małî to bo çî betałan biben
binêrin bo ser qeřałî fereng
ẍeznekey bênin serapa bê deng
xoy û mindałî hetakû mawe
tewawî naken hênde lêşawe
řołe her penat penay xwa bê
ẍeyrî ew hemûy lat ka û ba bê
ew pîrejnaney ke ferhad ekujin
xerîkin xwênî hejar emjin
wekû pêm witî tenha xwaye
derd û dermanî hemûy lelaye
bêhoşt neka tezbîḧ û bermał
sed bar bilerzê řêy nedey bo mał
pena her xwaye wazbêne le gişt
bê ew arezût nakewête mişt
tezbîḧî sed û yek dane dawe
bermał û perdey binê bew lawe
her xwaye tenya gyanman leberka
her xwaye gyanman le beden derka
îtir baqî tir fêł û caduwe
agat le xot bê hetakû zuwe
wextê ezanî karit lê eka
řehendî mêrd û mindałit eka
amojgarîyekey min nebey le bîr
be kardê kiçim bo cwan û pîr