kiçêkim heye le polî sêye

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  2183 Dîtin
kiçêkim heye le polî sêye
xuşkî henar û lîmo û behêye
heta nîweřo xwêndewarme
lepaş nîweřo kasbikarme
leber bêkesî kirdûme be pyaw
bo yarîdey xom hênawmete naw
pîşey merdîye nanî be zeḧmet
mirdin xoştire le nanî minet
keçî gwê egirim wek topî detîr
teqem lê eken herzekar û pîr
ełên beřastî ḧeyay em şare
em pyawe birdî bo pûł û pare
kê dî kê bîstî le dêhat û şar
kiç lecêgey kuř bin be dûkandar
dyare nîşaney axirzemane
ke wa abřû řûy le nemane
qezay em kiçem le kesê kewê
bê kełk û bê xêr exwa û exewê
ejî û mil’estûr serzil û milpan
destimayey destî her swałe û geřan
xo bem jyaneş jinîş ehênê
towî temełî tya da’eçênê
ḧasłî zer’î ke bom pê ega
pênc şeşî wek xoy dênête dinya
êwe û xwatan kiçî kasbikar
bo baştir nîye le pyawî bêkar
ew ’eybe lekwê em ’eybe lekwê
bełam daxekem kes nayxate gwê
kasb xoşewîst dergay xwaye
nakasb hemûy derd û bełaye