řołe min bo to namênim ta ser

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  570 Dîtin
řołe min bo to namênim ta ser
herçî min eyłêm bîxere defter
ke gwêy lê bigrî bo to bekare
be karîş neye her yadgare
dewrey xwêndinî ’îlim û finûne
nexwêndewarî cahîl zebûne
eger xawendî eqił û kemałî
biçore mekteb heta bîst sałî
bo ewe neçî bibî be me’mûr
be řencî şanî xot ebî řûsûr
sin’etêkî wa ke be fen bikirê
kełkî şerefî şarîşt bigrê
qewlî řesûłî axir zemane
weten xoşwîstin şertî îmane
min ke nefsî xom weha dwakewtim
be lêfey cehil û nezanî xewtim
xetay xom nebû gewrey zemanim
nîşanî nedam řêgey jyanim
herçî pêy witim esbabî xew bû
řojî řûnakim la nîweşew bû
witî ẍeyre dîn xesare małî
ałtûn û zîwî ta be ḧemałî
hîç xefet mexo ew zerq û berqe
dînî to heqe hînî ew leqe
ew her le dinya xoşguzerane
beşî axrî zecir û lêdane
beşî to qesir û ’eyş û şerabe
xwardinit şîrî saf û kebabe
meyşçore mekteb le dîn der’eçî
bibe be ḧemmał ya be qetarçî
biçîte mekteb yeqîn kafrî
her qetarçî bî hêşta çatrî
sî sał danîştim bem xeyałewe
dił piř le derd û ah û nałewe
ta nanim heye bergim diřawe
destim le kesb û sin’et biřawe
ne parem heye ne hêzî ejno
ne karim pêk dê be pîne û peřo
ewe ke dinyay le la bogene
boy heł’epeřim dest be çeqene
nazanim dinya ke kes newîste
bo lay hemû kes her xoşewîste