derdêkman heye dermanî keme

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  737 Dîtin
derdêkman heye dermanî keme
zor kes bew derde kewte û piř xeme
lenaw êmeda bestin meşhûre
beyan kirdinî nextê zerûre
gelê cahîlman ke jin ehênê
nacûłêtewe ’emrî nemênê
ewen witrawe dexîl hoşt bê
nebesrêy nekû bêt be pendî dê
jinekey derdî ezanê çîye
pêy nałê ewîş le bê eqłîye
îtir le paşa lêy ebê be şêr
em ebê be mê û ew ebê be nêr
xemnak û ’aciz mat û peşêw ḧał
bê nutiq û bê deng herwek keř û lał
řoj û şew îşî her ax û daxe
bawkîş diłxoşe saḧêb wecaxe
tûlî pê nedeyn řê egirne ber
be pařanewe le xwa û pêẍember
necatman bibê dostiman diłşad bê
duşminman kwêr bê ’umrî berbad bê
eřon be te’cîl be şîn û giryan
bo xizmet ustad şêxî ’azeban
nabê boy berin dû dînar kemtir
be sed me’zeret be hezar xatir
şêx dête layan înca zûbezû
nîşanyan eda nextê kułkûmû
ełî mijde bê cinokekem hat
neyzanî êwe hatûn bo şikat
girtim xerîk bû bîxeme agir
lêm pařayewe mel’ûnî kafir
swêndî bo xwardim ew be edyanî
merexesim kird çû emey hanî
înca wahîmey leser la eçê
řegî ecûłê kabra cêbecê
şêx usûłekey lê ḧałî eka
kabra jinekey xoy małî eka
em derde tûşî danayan nabê
herkes dana bê weha dana bê
bo çî ecnebî bestinyan nîye
meraqim zore pêm biłên çîye?
cwabî damewe şexsêkî huşyar
witî gwê bigre pêt biłêm ey yar
lay ewan cin û dêw hîç nemawe
pakyan dewreyan le ême dawe
eman fenbaz û ewan fenbazin
legeł yektira me’lûm nasazin
her ême mawîn weḧşî û hîç nezan
cêgeyan xoşe le ême řezan