dwê şew le xewma be şêwey beşer

řemezan û sefer
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 3 Xulek  600 Dîtin
dwê şew le xewma be şêwey beşer
řemezanim dî hamřazî sefer
herdû cût be cût giftugoyan bû
gileyî û binaşt emin û toyan bû
demêk bû sefer lêy dax be dił bû
lêy hat be çoka yegcar be kuł bû
witî řemezan daşim sware
demêke cergim piř le cexare
min bo çî weha nawim bednawe
be şûmî û aşûb zengim ziřawe
xo to çwar sałe sî řojey tewaw
berbûyte îslam eyankêşîşe daw
bane û merîwan ḧidûdî êran
le aşûbdaye mangî řemezan
em xwênřêjîyey kirdûte be xû
bo le to zyatir kesî tir nebû
le hewweł şewta le silêmanîCih
topêkyan teqan naşê neyzanî
de dwazde kesî kirdin be sîpał
giryan û şînî xiste naw sed mał
ba le řûy řastî bêyne giftugo
mîratekey min kewtote lay to
keçî gwê egirim her cêy supasî
hezar şeř bikey her pyawî xasî
herdû deskarî yek westayekîn
her bînakirdey yek bennayekîn
to kam leşkirit bo aẍa şikand
minîş kam ke’bem sertapa řûxand
eger emane řû biden le min
xom eşarmewe qujbin be qujbin
#
wełamî řemezan
 
wa dyare sefer gêlî nazanî
axir legeł min key to hawşanî
řutbey min û to ’erz û asmane
sepan key hawşan mîr û şahane
çawêk hełbiře hoşê bêne ser
řeḧmet lew kesey nawî nay sefer
to kwêrî meger ya famit nîye
ke wa nazanî şe’nî min çîye
le mangî minda naził bû qur’an
bûm be xawenî sed necme û nîşan
boye musułman bom tê ekoşin
hezar ’eybim bê bom da’epoşin
ew řojey ke wa dinyay bînana
gewre û biçûkî bo ’alem dana
to le dwazde mang biçûktirînî
boç wa betenya germebrînî
hezar sał biłêy xot napyaw ekey
xeyałî perş û pûç û xaw ekey
le xot gewretir nayete ziman
to çît lem nawa hatûye meydan
eger arezûy řîswayît nîye
çenagebazî tenyayît çîye
gewre û biçûkî nextê bifame
bizane şwên û řêgey xot kame
pê řanekêşî beqed beřey xot
be mişarî tîj eybiřnewe bot
eger le syaset bidwêy lemew la
serewjêr ebî qesem be mewla
îtir obałî xot be estoy xot
řostem û zorab min naxwênim bot