caran eyanut le zemanî zû

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  826 Dîtin
caran eyanut le zemanî zû
ger kiç bixiwênê zû ebê bedxû
behoy nûsînî namey penhanî
dênête berhem sed dostî gyanî
îtir be kaẍez dinya tał eka
ḧeyay qewmekey payemał eka
ey baştir nîye her dû be dû bê
boç ferhadkujê le hatuçû bê
le herdû lawe zexîrey małî
bikêşê bo xoy legeł minałî
swêndyan bo exwa be xwa û be ayet
gił lêm nabîye heta qyamet
ewanîş leber tezbîḧî cwanî
bermałî kołî û nwêjî beyanî
her dû becarê teslîmî ebin
eřon legełya qujbin be qujbin
wextê ezanin le şar û le dê
wek beytî řostem nawyan der eçê
namûsyan eçê małîşyan serbar
nawyan ezřê le dêhat û şar
be kurtî herdû hetakû mawin
lelay dapîre çaw danewawin
ke wa bû xwêndin bo pyaw û bo jin
ebête sûper řûbeřûy dujmin
bê ’ilîm û zanîn jyanî însan
nextê baştire le jînî ḧeywan
em leser xane û ew lejêr xane
ew jînî be pûş emîş be nane
her be xwêndin bû ke bombay berqî
bê xawen řoyî le lenden teqî
her be xwêndin bû qumbeley zeřře
japonî xiste hawar û neřře
êmeş her leser fikirî caranîn
boye le řîzî xizmetkaranîn