pênciwên mijde bê to bextyarî

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  439 Dîtin
pênciwênNava taybet mijde bê to bextyarî
ta êsta dê bûy emcare şarî
to yek laşe bûy bê řoḧ û bê gyan
nawêkî gewre û şarêkî wêran
le sayey bergî nexşîn û řengên
cwane emcare pêt biłên pênciwên
cwantir le parîs xoştir le lubnanNava taybet
řazawîtewe bo cêgey seyran
cade û şîwîşt deskarî bikirê
lam waye naḧez bitbînê bimrê
xo eger bitken bo cêy hawîne
wêney to nabê lem serzemîne
celal beg xalîd gewrey lîwaman
bû be cêy pena û pişt û hîwaman
řoḧêkî hêna kirdî be berta
tacî zêřînî kêşa be serta
kirdîtî be bûk, bûkî çwarde sał
sertapa nexşîn, des piř le xiřxał
dawa ke le xwa her payedar bê
ta ser sêberî serî hejar bê
ya xwa bayz aẍaNava taybetş bijî be xoşî
be řastî ewîş bo to têkoşî
hewłêkî bo day be řoj û be şew
ne aramî bû ne xorak û ne xew
kotayî nekird le zor û le kem
ta awatî toy hênaye berhem
le xoy ḧeram kird xew û xorakî
ta xakekey toy xiste řûnakî
xot û mîlletit hetakû mabin
bo em dû kese des be du’a bin
biłên herdûkyan le beła dûr bin
wek to řûnak û dił piř le nûr bin
muftîNasnava edebî be tenya beqed hemû kes
supasyan eka ta axir nefes
wesî û melîkman xoşewîstî gişt
bo ’êraq be cût bûn be pena û pişt
sêberî ewan pênciwên bo toş hat
şew bû lenakaw řojman lê hełat
dîman bûy be şar, şarî kes nedar
ax ekiray be cêy hawînehewar
wesî û melîkman xoş bin heta ser
baxî umêdman yek yek dête ber
ax çem û şîwî piř le mêş û mar
cwan da’epoşra ekira be gułzar
ewsa nexoşî û lerz û sêbeřot
eçûne zîndan exrane naw kot
ebûy be baxêk wek baxî beheşt
’etirdar ebûn kêw û der û deşt
ger gewrey wiłat hîmmet binwênê
leser berdî řeq ’er’er eřwênê
danîşin be şad bijîn be xoşî
dûr bin le beła û derd û nexoşî