bixiwêne řołe le yek heta şeş

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  1115 Dîtin
bixiwêne řołe le yek heta şeş
pêwîste xwêndin lebo řojî řeş
xwêndine beşer le řîzî ḧeywan
cya ekatewe û eyka be însan
bełam mektebî polî nawincî
des nada be zor bîştiben neçî
tûşî meraq û derd û xem ebî
bê îş û bê kar hawser kem ebî
çunke wezîfey ’êraqNava taybet be xwêndin
des kes nakewê bê gewre bo min
ya be parey zor eçîte ser kar
ya be wasîtey eşrafî naw şar
to ne paret bê ne pyawî mezin
ebê polîsî bigrîte gerdin
ke wa bû herzû be tûrfiroşî
řabwêre ’umrî gencît be xoşî
kasbî û sin’et çiray çawit bê
ba poşakîşt şał û cawit bê
ne kes pyawit bê ne pyawî kes be
ne çaweřwanî gîrfan û des be
ke pêgeyştî û bûy be pyawî xot
bûy be xawenî eskenaz û not
xoyşit pyaw ebî û her ebî be pyaw
dînar û direm etxate naw naw
kuřim nabînî be hezar hezar
be řencî bazû ḧemałîy nawşar
wextê pê egen eřon bo ḧîcazNava taybet
gewre û biçûkyan eçête pêşwaz
ałay řengawřeng legeł tepił û def
eřazêtewe pol pol û sef sef
ew şikił û şêwey ebînî be çaw
desyan maç eken hengaw be hengaw
zeḧmetî şan û qoł û desyetî
nek hî me’mûrî û qewm û kesyetî
řołe toş ebê be řoj û be şew
teqella bidey waz bênî le xew
emca ałay toş elerêtewe
ḧeywan ser ebiřn lejêr pêtewe
ebîte paşay çwar dîwarî xot
řizgarit ebê le bend û le kot
amojgarîyekem feramoş nekey
dujmin û naḧez be xot xoş nekey