kake boç wa ’ecûl û bê ’arî

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  595 Dîtin
kake boç wa ’ecûl û bê ’arî
hewł edey ta egeyye serdarî
çunkû bê tecrebeyt û cahlî
zûbezû dest ekey be xwênxiwarî
fîkirî mîllî hemû lelat peşme
ẍeyrî tałan û merdumazarî
natewê qewmeket be serberzî
herwekû to bijîn be serzarî
hey le cunbuş û xiroşî lawan
dêne lat tîjtir le awî sîrwan
lenaw êmeda yekemîn care
wa behoy towe baw bû em kare
eme nîşaney pêşkewtinmane
emca nîştiman hîway pêmane