heta key ya ḧisam aldîn û sozî ya ’umertane

pênc xiştekî muftî leser şî’rêkî eḧmed muxtar caf
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 3 Xulek  750 Dîtin
hetakey ya ḧisam aldîn û sozî ya ’umertane
eger wa bê xeber bin ba’îsî jînî xetertane
hemû dinya ezanê êwe her şêrê nefertane
le xew hestin direnge mîlletî kurd xew zerertane
hemû te’rîxî ’alem şahîdî feził û hunertane
nema emřo leser eřza be wêney êwe bê meḧkûm
zelîlî cebrî êran û giriftarin be destî řûm
le genc û cewherî xaka becarê bê beş û meḧrûm
desa têkoşin ey qewmî necîb û bê kes û mezłûm
be gurcî bîbiřn ew řêge dûrey wa lebertane
gelê çatir le jîne afet û ta’ûn û mirdintan
heta wa naḧezî yek bin lebo yek řêge girtintan
be hîç nabin heta wa bin le yek tałan û kuştintan
bixiwênin çunke xwêndin bo dîfa’î tîẍî dujmintan
hemû ’an û se’atê ’eynî qełẍan û supertane
wekû kewser seraser çeşmekanî şîr û hengiwîne
heta dił ḧez eka şax û kenar û deştî řengîne
dirext û darekanî sunbuł û řeyḧan û nesrîne
be xořayî le destî bermeden em xake şîrîne
ke tozî wek cewahîrsûrme û nûrî besertane
lelay min layeqin yekser ḧuř û serbest û aza bin
huner naken eger heryek emîr û mîr û aẍa bin
esef bo êwe lem xake eger mehtûk û řîswa bin
beser erza eger nazîş biken heqtane her wa bin
temaşay sêberî em şax û kêwaney lesertane
eger ẍerbî bizanê qîmetî sengînî em erze
le dinyada wiłatî êwe nawî ta felek berze
hemû misqałe xakêkî deway sed ’îllet û lerze
be bê qedrî beserya řamebûrin ḧurmetî ferze
gułałe sûrey em kêwane xwênawî cigertane
bebê ’îlmî jyawin daxim êwe ewwełî wehle
nezanî û jêrdesey xełkî ezanim sûçî na’ehle
eger hîmmet bibê emca xeyał û arezû sehle
demêke em wiłate wa esîrî penceyî cehle
le sayey ’îlmewe emřo îtir nobey zefertane
xeyałî mudde’îtan dête ser ger taq û tenya bin
le her la cêy umêdin des lenaw des ken muheyya bin
serî muftîNasnava edebî biłind û berze bew şertey ke aza bin
zibanî ḧałî eḧmedNasnava edebî her ełê qewmîne wirya bin
bizanin berdî em şaxane ełmas û gewhertane