bo yarî xoy

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  318 Dîtin
leber nêzey mujane dił le řo řo û şîwene îmşew
řeqîb mestî mey û mem bû le keyf û xoşene îmşew
le daxan wa denałênim sedayêkim nebîst xo min
çi kes neygo were lay yar be yadî gułşene îmşew
le boyê min gutim xozya gułêk bama û ya ẍunçek
le yexey yar ke hatît le suxme û gerdene îmşew
bixur û ẍalbey zulfî hezaranî nwandin wa
le sayey perçemî tata le herdû la goşene îmşew
bełam samîNasnava edebî serî nawe be daxî dił xerîkêtî
bû be ax û çîye çarey xerîkî lomene îmşew