pêt biłêm

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  316 Dîtin
wa tênegey ke mestî awî ew lêwe ałem
bendî dawî zułfî xaw le maçî ew dû lêwem
lewey serim sûř maye ew neqşey çon kêşaye
’aşiqî ew neqşîme nek hî ew çawe kałem
qurbanî çawî bazî herçendî zor benazî
eger bûy pîrozim bê eger nebûy be kałem
herçend le samîNasnava edebî nazî dił û bîrim le jane
hezar bała şilî kuşt her le fikirî ew sałem