carekî nebû

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  327 Dîtin
carekî nebû bîrim katewe
le şew nałînda jîrim katewe
mestî şerabî zenexdanîm ka
ya be dû ebroy jîrim katewe
le sêdarem da tenafî zulfan
laşe kun kunî tîrim katewe
yan bendî baẍî dû memkî teřî
sûr û sipîyekey mîrim katewe
lalûte le min diłim nadatê
deba ḧewałey pîrim katewe
samîNasnava edebî hejarî bejin û bałakey
le şahî ’îşqî gîrim katewe