dezanim gyane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  310 Dîtin
ger bişmikujî le bîrim nakey
herçendî êsta diłim jîr nakey
welew ke lay xot le bend û kotim
deşzanî bedił ke koyley xotim
şûşey diłim bot piř awî kewser
lêy deřjêtewe xunçey bête ser
be mem û xał û dû lêwî ałî
eger bimkujî kê boy binałê
her min hemîşe leber řojî řût
kirdîtme pîşe birsî û řûtuqût
eger bêřeḧmî her wa karit bê
ey řû mahî new kê le dyarit bê
samîNasnava edebî her le şew namênêtewe
perçem ladeçê řoj debêtewe