dił û pirsyar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  501 Dîtin
erê ey diła bo lêm řencawî
kê wa ferîbî day be nazî çawî
weramim bide bendî dawî kêy
toy wa řakêşa, mirdî yan mawî
carêk to wefat nebuwe bo diłan
be mekirî kê wa hełxełetawî
werewe bo lam her to diłim be
qazancê nakey ẍeyrî bednawî
bo keyfî xoyan ḧesret firoşin
agir berdanî gyan û henawî
yarêkman nedît diłêkî şa ka
lelayan mawe be têkşikawî
lelayen samîNasnava edebî hîç lazim naka
biřwa meken bew pencey xwênawî