ewa dê nałey ẍemgîn dełên nałey esîrane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  280 Dîtin
ewa dê nałey ẍemgîn dełên nałey esîrane
le beynî ẍebẍeb û lêwda lenaw sicnî zenexdane
be pencey girt girîbanî gutî lêden le tepłî ceng
derî řeḧmet xelasî ka eger murẍî le dawane
esif bextim le nałîn û le şîwen wa fîraqyetî
le mindałîwe demzanî ne kafir ne musłimane
musłimanan eger muslîme le derge û giłpey ’îşqa
musłiman bû le řêy kafir ke kafir lêy peşîmane
beła muslîm ne’im kafir, beła agir ne’im cenet
kewate pêm biłên ferqî bikem biřwa be kamane
’ebûdîyet lebo şêxe qyamî bû wekû esnam
ke şa’îr ehlî ateş bê senem bo şadîy ẍîlmane
mesḧef û tewrat û încîl û zebûr xuç furqane
kitêbêkin lelay şa’îr hemû cem’î le qur’ane
le sam û lehcey qur’an nîye heyha û terîq çarî
biken ferqî ḧeq û batîl ke încîlîş le çarane