le kê hatî le çiday bo kê deçî bîrkewe
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
589 Dîtin
ey diła bo řoj şew her zar û şîwen karte
bo gułêkî nabî bo to wa bebê sûd zarte
meylî ’îşqit bo dejênê xeyałî bê nîşan
bê dił û mêşk le seḧra wa le dû çî ẍarte
etoy şêt û nezanî wa ledu ney bê wefa
kes gutî boçî denałî girye û hawarte
wa le deryay xeyałî pê meley ’îşqî dekey
yarî çî ebro birjang û perçemî tatarte
dest û pence û lêwî ał lût û çay piř ẍumar
kezyekeş bo gerdenit ya řeşme û hewsarte
bay seḧer hat kewte baẍan xunçey guł pêkenî
bê wefayî karî xunçe û yarekey bed karte
řastî kird bulbul fiřî tule seg mergî bese
yar legełta bê wefa bê dûrî řêga û çarte
řojgarit mat û ẍemgîn bîr le katî xew dekey
şew ke dahat naxewî her şîwen û hawarte
samîNasnava edebî bê şermî nemawe ’eşqî bê mayeye
lew demî dił dête janî yarî perçem larte