kiçî ax le dił kuřî řenc xesar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  310 Dîtin
kiçî ax le dił kuřî řenc xesar
tûşî yekdî bûn lenaw lalezar
yektiryan nasî be řeng û dîmen
be berg û bîn û giryan le çîmen
kiçî dił be xem hawarî dekird
deygo ey mirdin zû be dest û bird
bimbewe lay xwa ḧałim nemawe
be zîlî agir xwênim zuxawe
be awatî xom daxwazî dekem
be mirdin bo jîn şanazî dekem
namewê bijîm zerd û lêw bebar
legeł pîremêrd be zêř û dînar
legeł hawtemen xoşe nanî co
nek legeł pîrêk textî holako
megrî ey xuşk minîş lêqewmaw
hetîwî bêkes heta bûme law
bûm be řenicberî pîrêjnî ḧekak
xawenî gund û dukan û mellak
bûm be ḧełałî leber hejarî
nîzamî waye sermayedarî
min bibme ’ebid û to bibe ’ebîd
heste têkoşin bes bidrêne zîd
hestin têkoşin xuşk û birakan
hełkenîn řîşey faşî bê îman
heste xebat ke bigeyn be awat
giryan bê kełke bo derdî dawat
heta giran û samêkit mawe
awit bê zewî û zewît bê awe