bo demkujî bê tawan tuxwa min gunahim ka

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  293 Dîtin
bo demkujî bê tawan tuxwa min gunahim ka
yaxwa ahim bitgirê diłî naw dawanim ka
bendî suxmey řengînit bitrazêne bê îman
ta key lêm dagîr dekey dû sêwî samanim ka
gerden bellurî řomî be seyadî xwênřêjî ke
kuştit samîNasnava edebî bê tawan xwênî ser pencanim ka
wa denałim wek bulbul bo baẍî sîney sawa
be çirîke û hawar dełêm xunçey naw baẍanim ka
bêçarim le şew nałîn lałim her wek dêwane
ferhad û mecnûn kanî hawřêy le şaxanim ka