bo demkujî bê tawan tuxwa min gunahim ka

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  294 views
bo demkujî bê tawan tuxwa min gunahim ka
yaxwa ahim bitgirê diłî naw dawanim ka
bendî suxmey řengînit bitrazêne bê îman
ta key lêm dagîr dekey dû sêwî samanim ka
gerden bellurî řomî be seyadî xwênřêjî ke
kuştit samîPen name bê tawan xwênî ser pencanim ka
wa denałim wek bulbul bo baẍî sîney sawa
be çirîke û hawar dełêm xunçey naw baẍanim ka
bêçarim le şew nałîn lałim her wek dêwane
ferhad û mecnûn kanî hawřêy le şaxanim ka