daxekem kewtûme řojê hewłî berg û nanme

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  398 Dîtin
daxekem kewtûme řojê hewłî berg û nanme
goşt û xorişt û kebabî meř diłî biryanme
’ûd û tar û berbut û awazeyî řoj û şewm
nałenałî sînem û sozî kizey giryanme
gunye konim bote fason û zeřatim bû be qût
wextî şîn û zarî û hawar û quřpêwanme
kurkekurkî bêçwekanim dêne dewrim taq û cût
dey werin seyrî biken em derdî bê dermanme
mał û mindałîş be her çonê bê hersukna ebin
řûřeşî û hawarî meḧcûbî gelê mîwanme
agirê berbote ’alem wa le sûtana hemûy
pakî zułmî załmêkî qewmî wek ełmanme
bo dîfa’î řîş û pirç û mêzer û feqyanekem
top û teyyare û debabey ’erseyî meydanme
bo ’îlacî derdî qurs û bo nemanî dujminim
defzenî û magirtin û meşşak û turbey şanme
muftîNasnava edebî ta mawî biłê bo qewmekem ya xakekem
quř be herdû des le tewqî ser heta damanme
bo deway derdim berîtanî nebê çarem nîye
axrî wa tê egem her ew lecêy luqmanme
ḧerbî pêşûşim le fikire zû be firyaman geyşit
êstekeyş herwa ezanim hêz û piştîwanme