xoşewîst û ẍem řewênim wa lebo la hatewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  346 Dîtin
xoşewîst û ẍem řewênim wa lebo la hatewe
hate ser xoşî ẍemim ya hat û dił derkatewe
hatî dił derkey ’ezîzim ḧepis û zincîrî bikey
ya le sêdarey dedey bew zułfekey tatatewe
ya be salarî mijan û zułfî wek ceyşî feřeng
dêye meydanî tepoyek bew hemû samanewe
qesdî kuştinî minî feqîr bo dekey hey xwênřêj
paşî min ca kê heye ta baẍî sînet katewe
paşî kuştin wesyetit bê qebir û tabutim bikey
lay serînim řabweste ba řeqîb biřwatewe
kafreyî mezheb mesîḧî ya enîsa besyetî
ahî min hate milî to û gerdenî papatewe
key mela’îk lêm depirsin samîNasnava edebî e’malit çi bû
min ełêm leyla dezanê cwabî badatewe