to kemnezerî derḧeqî min êsteke aẍa

daway tûtnî bondar le ḧacî es’ed aẍa
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  4914 Dîtin
to kemnezerî derḧeqî min êstêke aẍa
min mawme heway suḧbetî tom her le demaẍa
ta řojî qyamet be xuda zînduwe namrê
babê ke bimênê kuřî wek toy le wecaẍa
bo tûtnekey bîşeme û şawir û şêtne
şêt bûm û nehat, wexte diłim derçê le daẍa
caran çi be caẍ û çi be bar bot dehenardim
nanêrî emêsta ne be bar û ne le caẍa
řêy newteke bacgîrî eger zore defermûy
řêy xase be şew xałîye ba bê be bulaẍa
nemzanî felek gobenî her bo mine yaxu
sed destî wekû destî minî kirduwe be zaẍa
ya řeb guzeran ka be sefa wextê ’ezîzit
peyweste le dewrî çemen û gerdişî baẍa
bo çûne tewafî ḧeremî şahîdî meqsûd
’alem hemû me’zûne řezaNasnava edebî her le yesaẍa