ew bała şiley perçeme xawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  273 Dîtin
ew bała şiley perçeme xawe
sîne bellurey zułf dawdawe
’etrî henasey ewa defroşî
wek xunçey baẍan wa demî dawe
bo lêm ḧerame bo yadî nekem
be min řezaye bo şadî nekem
şadî le dewrem herwek zulîxa
diřney lê bestîm wek tifłî sawe
ew xunçe sûrey min bonî nekem
lenaw şûşey dił awdêrî nekem
boçî hebîtin bo ax û ḧesret
boçî wa bê sûd û xełq kirawe
mamosta were bîde weramî
xwa xełqî deka bo be ḧeramî
fitwayî dedey wa bebê samîNasnava edebî
le xazîn dełê ya nefewtawe