dił le derga pasewane meḧrem û ẍemxiwarte
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
384 Dîtin
dił le derga pasewane meḧrem û ẍemxiwarte
wa lenaw cewr û fîẍan û ’ezyet û azarte
qa’îdî cengî ’edute řuḧ le meydanî ’ebes
bê tirs ew pêşewaye şahî ew salarte
ceyşî dawdawit perêşan dête tedrîb sef sef
ẍalbî cengî holaku zułfekey tatarte
şêrî ebro tîrî mujgan sê minim tîẍî ’edut
çaremîn bo gencî ḧusinit kezyekey řeşmarte
mexsedî ḧerbî supahit çi bû çim zanî le to
cumleyekem lê nezanî kam hedef eş’arte
’aczî şew çaw piřî xew bo tebayî her minim
řoj le hatin şew le çon û zîllet û yelẍarte
řojî ewweł ḧałî xom zanî be kuştin lêm dedey
hêşta řazîme emin xo çendî kuştin karte
ta be key samî dekey to naçye ẍarî meẍrîbî
fêrî ’îlmî ceř bibî to çare her ew çarte