ey nazenîney zułf dawdawî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  264 Dîtin
ey nazenîney zułf dawdawî
boç mat û melûl ’aciz damawî
pêçet hełgire pencey xwênawî
bo min be derxe boçî wa xawî
řêgay serbestî û serbexot zanî
eger babanî eger botanî
heste bîr kewe boçî nazanî
le kwêstanî jîn wa be cê mawî
be fîkirî pîroz û behoş û be goş
binoře xuşkan xakî wa xamoş
hetakû keynê be pêç û serpoş
debye carîyey jînî bê nawî
be ẍemze û naz û bew dû çawanit
binoře bey’ û şeřay xoşkanit
şaxî wiłat û lawî kurdane
nałey baban û çawî piř awî
ew xoşkaney wa şil şil hestawe
be pîremêrdî řizî firoşawe
dił biřîndar û cerg sûtawe
xewî nemawe samîNasnava edebî le tawî