firqetî dunyam lewê bê mawe derdî yarekem

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  252 Dîtin
firqetî dunyam lewê bê mawe derdî yarekem
gulleyî naḧez lelayê sîne kamyan çarekem
zîlletî leyla girane zeḧmete û çarî nîye
ẍeyrî nałînî çi derman çarî ew seḧḧarekem
êsta carê basî yare dû beła mawin giran
cê biřînî tîẍî mujgan, bisteyî řeşmarekem
taqetî řostem besîte bełke bêstun kun deka
her minim wa axirim şeř sebrî ew sê karekem
’ezyetî dunya ewa bû hendê zor û hendê kem
mîḧnetî leyla girane zeḧmete îdarekem
sê bełaye zor giranî paşî êweş dê ecel
axrîn karim ezanî çî debê eş’arekem
şîwenim dûr û dirêje tułî da samîNasnava edebî nema
wek kelawey qeyserî ma darî ew sîdarekem