ew zułme meke memxere zîndanî cudayî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  442 Dîtin
ew zułme meke memxere zîndanî cudayî
xetaye tekebiř bese bo lafî hewayî
’aşiq dekujî boçî lebo keyfî řeqîban
ta pêt biłê ew naḧezî min yarî xezayî
wek sułtanî leber diłî ew ’aşiqî bê çar
řazîme be sułtanî eto min be gedayî
lelay ’aşiqî berz û biłindî textî meḧebet
pîroz bała merḧemet û řû le ’etayî
sułtan û geda lazme sułtan û geda bin
xoşî eweye bîxene mîzanî řizayî
lutifit ke bibê legełim şedad û îrem çîn
her xoşîye xoşî le beynî sułḧ û tebayî
samîNasnava edebî be ẍełet neçuwe eger şî’rî bibînin
řazîme ke řazî bû le beynî xewf û řicayî