zułfî çîn û ’enberînî le tulî newnemamêtî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  288 Dîtin
zułfî çîn û ’enberînî le tulî newnemamêtî
mijey xwênřêjî ḧazir bû le jêr emir û weramêtî
bo kuştinî minî bê kes lenaw marî kemanîda
demêke dił le nałîne ke wa cergim le zamêtî
diłê jînit miḧałe xo xelas nabî le destî min
legeł min waye bê dîney ewe gufit û kilamêtî
çi serbazêk û salare kesê neydîwe mîslî ew
hezar şîrîn کەنیزەێتی mełên bo dił xulamêtî
gutim yařeb çi siřêke ke cewlanî be zułfan xist
dełên bo lay ẍerîban dê zułf ḧewlî selamêtî
meken men’î minî mecnûn hezaranî wekû ême
eger şîrinKes û eger leylaKeszulîxaKes bo nefamêtî
qezayî selbî leser min wa be carê hucumêtî
be kuştin ḧukmî pê dawim leboyê dił le samêtî