gewreyek bo kes nebê sêberî

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 3 Xulek  3909 Dîtin
gewreyek bo kes nebê sêberî
xom bo bigêřim ledewrî serî
be wişkî bo çî bim be meyterî
wextê derkewê hestim le berî
her bo xoy daym hewłî jyan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek çawî le feqîr nebê
derbest jyanî cwan û pîr nebê
kes le pûłêkî desî gîr nebê
cergî bo mîllet wêney qîr nebê
mêmił be mał û dujmin be can bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek daym xemxiwarit nebê
merhemî êş û azarit nebê
cêgay tengane û hawarit nebê
ḧekîmî cestey bîmarit nebê
eger xawenî xakî êran bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek çaktir le bab nebê bot
řizgarit neka le bend û le kot
carê nepirsê hawar û řořot
kełkêkî nebê bo mindał û xot
řencî her boxoy bo berg û nan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek wek xoy neřwanête min
xoy piławxor bê û min nanî herzin
serbaqî eweş tałan û kuştin
řîşey serbestîm derbênê le bin
her xoy qełew ka û şan û mil pan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek serim berdebazî bê
cergim nêçîrî çingî bazî bê
beserma tancî dergay nazî bê
neşbînim carê diłnewazî bê
řeftarî başî êş û sûtan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek jînî be xwênmijîn bê
zyadenanî xoy be nanbiřîn bê
hênde bê řeḧim û wîjdan û dîn bê
’alem le cewrî dił piř birîn bê
řoj be řoj barî derdî giran bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek nîwey le řencî sałit
bisênê le des xot û małitTeksta ne aşkira
hêşta bezeyî neye be ḧałit
be dar û be şeq bişkênê bałit
çawîşî le des şwan û sepan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek satê lejêr destî ew
aramim nebê bê xorak û xew
pasewanî bim be řoj û be şew
cwên û şeqîş bê beratekey ew
eger şoretî wek silêman bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek êş û noşêkî nebê
řûyekî xoş û geşêkî nebê
bo ḧałî biçuk hoşêkî nebê
diłêkî germ û coşşêkî nebê
ger eskenderî şahî cîhan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê
gewreyek leley minałekey bim
xoł řêjî ḧewş winawmałekey bim
pêşmergey xoy û hî xałekey bim
bê beş le nan û çatałekey bim
eger řostemî mazenderan bê
yaxwa ew gewre beşî neman bê