le hîcrî toye diłim şêwawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  315 Dîtin
le hîcrî toye diłim şêwawe
le keştî wefat wa be cê mawe
ewa hîlak bû le lafawî ẍem
lafawî nakes dewrî lê dawe
zêde le ’alem her min hîlakim
mîratî mecnûn lebo min mawe
ewa pişt be koł bê cê û bê mekan
ew çerxe sipłe boç negeřawe
satêkî yarim xo řûm tê naka
dełên bo kuştin fermanî dawe
sed car bimkujî kurdim her kurdim
çîm beser tac û textî keykawe
sed tacî keyka û xusrewKesy řomî
fîday perçemî kurdêkî çyawe
samîNasnava edebî kiçî kurd sed ḧorî dênê
kuřyan wek xunçey tazey demdawe