le tawî leyla sîne biryanim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  293 Dîtin
le tawî leyla sîne biryanim
kewtime hîcran û wa le kêwanim
kewtime hîcran û daxî mecnûnî
boyê wa ẍerqî derd û ẍemanim
kar û pîşey min her bûyte zarî
denałim herwa çaw le giryanim
hezarî wek min le řêy kujrawe
minîş le řêgay canî cananim
min bo nenałim bo perî řuxsar
le nałe nał û wa neẍmexwanim
xełatî ’aşiqan bergî yarane
wa şika samîNasnava edebî tîre baranim