zistanî xeman řoyî ewa feslî behare

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  494 Dîtin
zistanî xeman řoyî ewa feslî behare
xunçe demî kirdewe bonî ’etrî le zare
xewtuwe bulbul aw le demî xunçe nemawe
bê siř nîye wek le şewan bê sebir û qerare
zîbay min û xunçe le baẍ pêkewe le xenden
guł dem le demî wa le ser û gerdenî yare
ke hîcranî min û bulbul qed nayê be nûsîn
bo xełqî xemê bo min û bulbul be hezare
bałayî ser û le êrem wa walye řuxsar
le derî řûmetî xunçe dełêy qirimzî are
dîtim ke nemamî dehejê xoşî ke serwe
dû sêwî teřî wek gułî naw pelkî henare
ḧesretî dûrî xoyetî bûn lezetî kanî
le ’îşq dekujêtewe ew bê sîne be tare
wek çwardeyî mange min û bulbul ke denałîn
îḧtyacî be engust nîye ew fîtne dyare
xunçe lebo bulbulî şeyda lare zimanî
leyla ke le samîNasnava edebî ’acze çûnkî hejare