wa le ẍerîbî katî beyanî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
wa le ẍerîbî katî beyanî
keyfî şemał û xunçe hejanî
diłxoş û diłteng keyf û pêkenîn
ẍerîb û bulbul lenaw hîcranî
bulbul le neẍme û ẍerîb giryane
şemał serxoşî lale zaranî
beşî bulbulan her nałe û zare
beşî minî ẍemgîn bê cê û mekanî
bexwa leylekem ḧewasim nema
nema taqet û xew le çawanî
wa bulbul fiřî minî şit řencand
be fîtney řeqîb karî şeytanî
bulbul tefreqe û samîNasnava edebî dû bela
takû min neřom qedirim nazanî