bo to sûtawim toş pêm biřwa ke

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  521 Dîtin
bo to sûtawim toş pêm biřwa ke
kuştin be cizya wa lazim naka
boçî demkujî be qisey řeqîban
řeqîbî bê dîn ḧezman pê naka
tuxwa memkuje bo keyfî nakes
bes bê wefa be wefat bê ça ka
bes laf û gezaf lêde le serman
çi bikey legełman dunya řû naka
bem ḧusne lafim bes leser lêde
wek şîrinKes û ferhadKes cêy toş her xaka
be kuştin hestay bexwa demkujî
ger bişmikujî kes meni’it naka
kuştin bê lay to min pêy řazîma
çûnkî legeł yar diłim zor paka
besye ’eksî min perçem tatake
duşminî bê dîn bes be min şaka
keynê perwane tirsa le sûtan
’îşqî sûtane samîNasnava edebî lê naka