xoşîm nebû çi carê le teřef xunçe bendan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  304 Dîtin
xoşîm nebû çi carê le teřef xunçe bendan
lebatî diłdatewe wa bestênî be zułfan
girtî be siḧir saḧir û ḧekak û mekirbaz
ḧepsî ebedî kirdî lenaw sicnî zenexdan
ke mîḧnet û derd û keserit nayê be nûsîn
westa qełem û wişke lebim paşî qełemdan
zor zeḧmete jînî wa lenaw beḧrî muḧebet
sed mergî nebê najî ewî hawdemî sewdan
ew perçeme tataye ne şêwa bû wekû dîm
sertapay qedî girtibû ałoz û perêşan
’alîme ew yare le kêy xwênduwe yařebî
le bilẍar û feřenge weya oẍir bît û řuwan
’aşiq emeye ke nenałê û bimrê bebê deng
perwane sifet û cejne bê lay ḧałetî sûtan
bo yaranî muḧîbet û bo ’aşiqî şeyda
kirawe be ’adet bûme her bibê be şeytan
ke samîNasnava edebî dełê ’ame le erza be ’imûmî
xełqîş ke dełên xase lebo mîlletî kurdan