to xwênî min wa deřjênî, ahî min çît beser dênê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  318 Dîtin
to xwênî min wa deřjênî, ahî min çît beser dênê
le nałînim ’alem sûta bo carê to natirsênê
bo carê le xwa natirsê ḧałî minî feqîr napirsê
nałêy boçî be řoj û şew, wekû bulbul deçrîkênê
wa du’am kird be can û dił, yaxwa ahî minit be mil
debê ḧałit çi bê axo, agirî dił detsûtênê
herçend samîNasnava edebî denałênê, diłî bulbul guł dedwênê
ew mey qedem îḧsanî kird, sed bezmî keyxusrew dênê