xalq be şeř û xêrî îxtarit da ênsanî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  390 Dîtin
xalq be şeř û xêrî îxtarit da ênsanî
řazîqî řizqî her toy saḧîbî sifre û xwanî
xalqî diłî eger ebyez bê eger eswed
ḧewt şwênî zor bequwet erzîş her le dwanî
xelqit kirduwe adem lewê bo fexrî xatem
hate xwarê dema û dem heta axir zemanî
hebê be qed denke co ger mêr û bê ger tepo
te’lîmî wergirt le to pêt go kullî zimanî
hemûyt xiste nezer herçî pêy biłên beşer
nîwey kewte destî řast nîwey kewte çepanî
to xalqî sîřetî to saḧîbî qudretî
ke xalqî mirdin û xalqî dû jyanî
ew welî fexrî ’alem ’îsaKesyî îbnî miryem
musaKes û xelîlî řeḧman mecmu’î bûyne sanî
samîye be zahîrî ewey byewê faxîrî
wek fîr’ewnKesy qahîrî beçaw dyare fewtanî