be sed endîş û çar ’alemî nawdar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  447 Dîtin
be sed endîş û çar ’alemî nawdar
şer’yan eda kird pê bibin řizgar
şer’yan eda kird bebê xyanet
teslîmyan kirdîn lebo qyamet
sed car yaxuda eto řeḧmanî
pêyan bibexşî cê û mekanî
beheştî berîn cuge û kanî
etoy bexşinde û saḧîb îmanî
herçî bizanî pêwîste bûnit
lay kere ewey biłê nebûnit
herçî binasê eto be waḧîd
deda şahîdî etoy cêy umîd
gencî nabrê pêy dełên îman
ewey ke nîtî bedbexte û nezan
emma ew samîNasnava edebî feqîr û hejar
her denałênê bê sebir û qerar