merbute ḧeyatim be zewî xakî ḧîcazî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  460 Dîtin
merbute ḧeyatim be zewî xakî ḧîcazî
manî bestuwe lêm çerxî zeman ’eynî berazî
beser hatye tałî yu surî yu û hejarî
ateşî dił hate jan û esla nîye wazî
ebyez û erzî neqşî ḧecer ustazî zîlle
xellaqî semed û qadre herçî dexwazî
ew diłî řû řeş û bê beş û bê mar û birîndar
wa kewtîte perwaz û meger waye mîcazî
qîbley me’amîne herkes řûy lê bê be me’lûm
axîrî bo řojî beqa bew xake denazî
bêt û biçî bo xak û derî ḧezretî lolak
toy ometî fexrul’ereb û bîlla ke şazî
barî gunahit le mil û wa řo çûyî le erzî
bixe barî gunahan be ḧeqîqet wek bazî
le samîNasnava edebî hejar nagrê řê û biçte medîne
çûnit emeye ełła be kerem lêt bê řazî