fexrî ’alem bû şeqî kird qemer

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  469 Dîtin
fexrî ’alem bû şeqî kird qemer
załmî dekuştin beşîr û xencer
fexrî ’alem bû çû lebo mî’rac
mujdey pê dira bû ḧewzî kewser
fexrî ’alem bû xełat kira qur’an
parçe parçey kird seyîdî ẍeyber
fexrî ’alem bû seyîdî îns û can
çend selatînî ke kirdin bê ser
cerde û załmanî ẍerqî xak kirdin
ew ḧebîbî xwa saḧîbî huner
ger xoşt nawê řastit pê biłêm
kanî ferqî to legeł seg û ker
leser ḧezret bê selat û selam
ta samîNasnava edebîş bête komełî beşer