le mafewqî tebî’etda nebê yarî behoş û goş

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  446 Dîtin
le mafewqî tebî’etda nebê yarî behoş û goş
le bê hoşî tebî’et çon debê hoş û xiroş û coş
ber û beḧir û meh û xurşîd û kewkeb wa bebê ejmar
cîhan sabît bibîtu kêw biçespênî wekû bizmar
le bê hoşî serim suřma te’ecub çon debê însan
wekû sey har hicum bênê lebo emir û nehî qur’an
hicum naba wekû qur’an hicumî bird lebo şeddad
kewa çî kird be nemrud û be fîr’ewn û be qewmî ’ad
kesê duşmin bê bo qur’an ke dostêke lebo załim
ne wek îslam biłê ḧeqe dełên ḧetta qeşe û malim
wekû xurşîde qur’anîş diłî mu’mîn deka řûnak
wekû berqe lebo kafir xełatîş bo nebê lewlak
nezanîş bê dezanîtin beşer hat û bibê balq
kewa erz û meh û xurşîd ke qet nabê bebê xalq
bike řeḧmî be ’ebdî xot ke damawe besersamî
xerîk mawe debê qur’an xelasîka benîzamî