bo tom hênawe hawar ya waḧîd û ya settar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  402 Dîtin
bo tom hênawe hawar ya waḧîd û ya settar
çawim le řeḧmetî toye minî feqîr û hejar
bimparêzî le şeytan le însanî şêt û har
le bê dîn û wîcdanî nemawe sebir û qerar
xwaperestî bizir bû dînîş buwe bedînar
’areq noşîn bûyte baw peykarman bûyte qumar
pyaw çakanî îmřo ke zorî bûyne řyakar
pêwîste samê bikeyn le řojî ceza û azar